Xweşnivîs ...


Di vî beşî de ewê nivîsên,
hin caran ji boy Qalîta wan a nivîskî
û hin caran jî, ji boy Qalîte û Qivalîtekya wan na mîzahî
bên belavkirin li gel hin lîkên balkêş
da ku em tevde herne pêş...
(herne pêş, herne pêş.. dewr û dema me... -ev çi ye lo, tu stran dibêjî yan dizirî ?-



Nom : Zinarê Xamo
email : zinarexamo@hotmail.com
Subjet : Rexne
Date : 25/05/2006 18:45
Message : Qomentek li “No Qomentê”


Ez nuha li malpera we ”No Qomentê” rast hatim.

Wey bimbarek be û hûn û hemû kurd wê bi xêr û xweşî bixwînin û têra dilê xwe lê temaşe bikin.

Piştî van gotinên min yên gelkî giranbuha û xweş, nuha jî dora rexneyên min e.

We di binê navê malpera xwe da gotineke pêşiyan,
"yê ku zane zane, yê ku nizne baxê nîskan"
e nivîsîye. We gelkî baş kiriye ku we ev gotina xweş nivîsîye. Lê çi heyf û mixabin we kiriye gêrmiya gavanan yanî di mesela rastnivîsê da hûn baş bi ser neketine, we "piçikekî" şaşo-maşo nivîsîye.

Nizanim çima?

Xwedêgiravî wezîfeya we rastkirina çewtiyan e. De îcar çima hûn bi xwe çewtiyeke hewqas beloq dikin?

Di mesela dîtina çewtî, ewyb û qusûrên hin camêr û malperan da bala min lê ye heta hûn bixwazin çavên we baş dibîne û hûn tiştên gelkî rast dibêjin. Lê dema dor tê we, hûn nikanin gotineke pêşiyan jî rast binivîsin.

Gelo çima ?

Ez dêbêjim bi qasî ku hûn kêmasiyên xelkê dibînin-bi rastî jî hûn pir baş dikin, hûn yên xwe jî bibînin ewê gelkî baş be. Yanî dema meriv bixwaze zimanê xelkê rast bike, dibê zimanê meriv jî rast be.

Nuha ez werim ser mijara xwe, yanî ew gotina pêşiyan dibê çawa were nivîsîn. Tiştê ez pê dizanim dibê wiha be:

"Yê zane zane, yê nizane baqê/î nîskan e".

De îcar we ”ku” ji ku dexist û ”baq” çima kir bax?

Qey ji ber ku hûn li Ewrûpayê dijîn, we rabûye ev gotin hinekî ”modernîze, lêzêde û deforme” kiriye. We ji kîsê xwe-ji ber ku xelkê wer negotiye- du heb ”ku” yên tu dibê ecêb lê zêde kirye û baq -yanî qevdek- jî kiriye bax.

Ji bo çi we li ciyê rehetiyê ”ku” lê zêde kiriye û baqê xelkê jî kiriye ”bax” ?

Malneketno ma hûn qet nefikirîn, ma cara ”baxê nîskan” heye ?

Ma viya bû rezê tirî, bû çi?

Ez zanim hûnê bibêjin, ”çewtî di Quran”ê da jî dibe.

Rast e, lê li alî din jî meriv malê xelkê xera neke çêtir e, xelkê çawa gotiye dibê meriv jî wer binivîse. Ku meriv pê qayil nebe, wê demê dibê meriv bi xwe tiştekî bixuliqîne. Îcar dema meriv xuliqand, dilê meriv çawa bixwaze meriv dikane wer binivîse.

Wek Lotikxanê, kêfa min gelkî ji hebûna No Qomentê ra hat. Xwedê jiyana wê dirêj û zimanê wê jî rasttir bike. Lê sernivîsa wê jî rast bûya ewê kêfa bêtir jê ra bihata. Bersîva NoQomentê

"Çend nuçeyên bijarte"

Ji Muxbêrekê me (GuhNeLiDêwîr lî li komputîr)

Nûçe::Li Bexdayê di rojekî de çil meyt hatin dîtin
Nûçe::Li Waşitonê Kurd li ser şêweya federalîyê bo Kurdistana Sûrîyayê rêkeftin
Nûçe::Xwepêşanderên Helebçe hêrîş birin ser mezarên Şehîdan, şeş kes birîndarbûn
Nûçe::Li Iraqê Çar leşkerên Emerîkî hat kuştin
Nûçe::Weşana bi Kurdî di 23yê Adarê de dest bi xebatê xwe dike
Nûçe::Abdullah Ocalan pistî 20 Adarê nav li xwe dike
Nûçe::Fîlmê nuh yê Behmen Qubadî careke din li Başûrî Kurdistan
Nûçe::Kuştina du welatî Kurd li Bajara Kerkûkê
Nûçe::Li 395 xwendekarên Yuzuncu Yilê lêpirsîn hate vekirin
Nûçe::Firokekyeka Tirkîya ket xwarê
Nûçe::Tirkiye û Nazî di Eynî Lîsteyê de Cî Girtin
Nûçe::Jinan li Şirnexê 10 hezar belavok belav kir
Nûçe::Polîsan mudahaleyî pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li Saraçhaneyê kir
Nûçe::Emerîka 100 milyon dolar alîkar da Kerkukê
Nûçe::Hevdîtên avakirina hikûmetê li mijarên Kerkûk û hebûna pêşmergeyan qelibî
Nûçe::Iran bi erdehja di şideta 5.9'an hejiya
Nûçe::Gel amdeye ji Newrozê re
Nûçe::Ciwan Haco: Ez gelek kêfxweş im ku cardin hatim welatê xwe
Nûçe::Sedsaliya jidayîkbûna Osman Sebrî bi şevek hate pîrozkirin
Nûçe::Di parlamana Holenda de kongirek li ser demokratîyê û doza Kurdî li Sûrîyê
Nûçe::Amadekariyên Newrozê yên li bakûrê Kurdistanê dest pê kir
Nûçe::Malbata karmendê ROj TV hatin kuştin
Nûçe::Dîsa li alîkarî hevdedan derket
Nûçe::Boş pêkolan dike ji bo girtina Bin Ladin

Bsx : Yên din jî hûn bibînin.


Her çiqas naveroka van malperan ji 100% ne dîtinên me bin jî
Tinazên xwe bi xwe kirin ne xerab e.

Tûrik

Lotikxane

© [CopyLeft] Azad e ji hemû mafî - ji ber girtin, belavkirin, bi kar anîn û ku ji destê we bê, ji boy xerakirina wê bi xwe jî destûr ne pêwist e.
We hay jê hebe ku: ev malper PHP ŃŲĶỆ nîne... Nivîskar (lê ne sextekar): NoQoment