|
Mizgîniya pirtûkên hunerî ...
Tê gotin ku rewşa çapemeniya kurdî, ne tenê li Tirkiyê lê li hemû deverên pirtûk lê tên xwendin baştir bûye, bi saya serê hin dilsozên xwendinê.
Bi taybetî jî, bi saya serê du kesan, editor û xwedanê weşanxana Avesta, A. Keskin û dostê wî yê hêja bi nav û deng, mezin sîneast H. Saleem.
Li gor gotina muxbîrên me (GohLiDîwêr), ev herdû kes bi saya serê C.Heco (herê herê yê dengbêj û lotikavêj) ku çûbû Kurdistanê ji boy ku rola sereke di fîlmê H. Seleem de bizire (pardon, bibexşînin = bistire an jî bilîze), bêy ku dest pê bikin şerên hev kiribûn, û dengbêjê me yî hêja çûbû Swêdê da ku bîhna xwe derxe, bêy ku Kurdistanê ser û binê hev neke. [Heta vira tu karê me bi pirtûkan nîne, rast e lê.....]
A. Keskîn jî ku li wan kolan û soqaxên toz û dûmanên talûkên Hewlêrê de li kevnepirtûkan û li nivîskarên baleberze digeriya, riya wî bi şaşî gihîşt Hotêla Sheratonê û li wir bi dev û poz leqayî Sîneastê mezin bû. Ji wê gavê de, tê goton ku, di navbera wan de evîna Leyla û Mejnûn jî ne tu evîn e. A. Keskîn ew çend bi bejn û bal e ku, hema di du rojan de dikeve rola C.Heco û fîlm diqedîne. Li gor muxbîrê me, dibêjin ku ji niha pêve hemû weşanên Avesta ewê bi bergek pirrr artîstî û Hûnerîî (em qala tu kesî nakin) derên.
Em li benda weşanên kurdî yên bi qalête Avis(ta) bûn......
|