Çewa "Baq" dibe "Bax" ?

NoQoment !

Bi kurtî û bi kurdî (her çiqas kurdiya me têr neke jî) : NoQomentê tu caran ji xwe re negotiye em zimannas in, tu caran di bîr û baweriyên xwe de diyar nekiriye ku dikarin, ji filankeso an ji bêvankeso çêtir malper çêkin, ji wan çêtir nûçe binivîsin, ji wan çêtir şiir (yan jî helbest) binivîsin. Me tenê divê ew kesên ku ji xwe re rojname çêdikin û bi çêkirina wê ferxir dibin (ew jî heqê wan e), lê çaxê bêjin em rojnameyek kurdî ne û di her rêzê de jî çar şaşiyê zimên hebin, ew çax em jî dibêjin : "malmîrato tu ne mecbûr î rojname binivîsî... kesî kêr dananiye ser stûyê te".

Gotina te ya li ser "bax" û "baq" ji nezaniya me zêdetir ji ecele kar kirina me tê, ji alî din ve jî gotinekeke Slava heye : "Ew kesê ku gelek karan bi hev re dike tu kar nake". (ev jî A-û-to-Qirîtîka me ye).

[Sebebê dawî ya vê şaşiyê jî pirî ku em li dervê welat û tabîetê mane, em "nîsk"ek "baq"ek dibînin û "baq"ek jî "bax"ek dibînin].

Zinarê Xamo ev name ji me re rê kiriye. Em jî ewê(namê), wekxwe, bê tu guhartin, datînin ser malpera NoQomentê.

Name




Dîtinên xwe binivîsin

Nav:
E-mail:
Smile: smile wink wassat tongue laughing sad angry crying 

| Min bîr bike

© [CopyLeft] Azad e ji hemû mafî - ji ber girtin, belavkirin, bi kar anîn û ku ji destê we bê, ji boy xerakirina wê bi xwe jî destûr ne pêwist e.
We hay jê hebe ku: ev malper PHP ŃŲĶỆ nîne... Nivîskar (lê ne sextekar): NoQoment